Li Mêrdînê IYI Partî têkçû

Suleyman Akar, Serokê Parêzgeha Mêrdînê yê Partiya ÎYÎ, îstifaya xwe û çend serokên navçeyan ragihand.
Akar di daxuyaniyek nivîskî de diyar kir ku, rêveberiya parêzgehê, li gel rêveberiyên navçeyên Artuklu, Kerboran, Midyat, Stewr, Şemrex, Nisêybin û Reşmilê, ji bo piştgiriya pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” ji partiya xwe îstifa kirine.
Akar diyar kir ku ev gava ku wan îro avêt ne tenê îstifayak e, lê vexwendin û bangek ji bo aştiya civakî û biratiyê ye. Wî wiha domand: “Dijberiya İYİ Partiyê ya li hember vê pêvajoyê û nekarîna beşdarbûn abeşdarnebûna “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” ya ku di parlementoyê de hatî avakirin, bû sedemek ku em biryarekî bidin.
Wekî ku li seranserê Tirkiyeyê diqewime, piraniya gelê Mêrdînê piştgirîya çareserî, diyalog û biratiyê dike. Me jî ev deng bihîst. Em biryara veqetandina ji IYI Partiyê, wekî erkek dîrokî dibînin.”


