Civak

Li Licê di navbera PDP û Huda-Parê de şer

Li Licê di navbera alêgirên BDPê û Huda-Parê de şer derket.

Li gora agahdariyan Huda-Par li li bajarokê Kulpê ofîsa xwe ji bo hilbijaretinan vekirin. Dema karwanê Huda-Parê ji Kulpê vegeriyan Diyarbekirê rêya xwe li Licê êxistin û li Lice serdana xelkê kirin û namzetê xwe yê bajarvaniya Licê dane naskirin.

Dema karwanê Huda-Parê li otomobîlên xwe siwarbûn  daku berbi Diyarbekirêve rêbikevin grubêk ji alîgirên BDPê êrîşê wan kirin.

Otomobilek hate şewitandin. Hevçûna di nava herdu gruban de derketî 16 kes birîndar bûn. Birînê 14 kesan li ser pîya hatin dermankirin.

Di dema berbi hilbijartinan ve li Bakurê Kurdistanê pêwiste partî ûaliyên siyasê tehemula hev bikin. Ev yek pêknewê cardin dezgehên tarî yên dewletê avê şêlo dike nexweşiyê payda dike. Di vê derbarê de partiyên siyasî pêwiste berpirsiyariya xwe bînin cih.

Back to top button