Nivîsar

Şerê siyasiyê Hikumeta Iraqê di gel Kurdan

Xuyaye ew dewletên pêkhateya wê fireh netewe û tayfe û ayîn ji alayekî ve û têr cîran ji layê dîve, şopandina rêvebirin û siyaseta wê bi karekê asan nahête hejmartin, ku Iraq bi şêweyekê giştî dikevîte di xaneya wan core dewletan da nemaze ger dadpeweriyeka nîştimanî lê seqamgîr nebît.

Jêhatiya takî bo wê dewletê navegerît, û hemî demekî ya demgirtiye ji berêk biçît û mînak jî di mêjuwiya nû û hevçerx da dizorin. Rûdana giring ew Iraq weku dewletek hatiye avakirin û Kurd di nav da hatîne nisyandin bêyî berçavgirtina arezuwên wê, û bi hez û arezuya Kurdan careka dî çuye di gel da weku take serbora siyasiya cuda li sala 220133 helweşaye û careka dî hatiye lêkdanive, û ev çende jî bo Kurdan vedigerît ku bune regezê serekiyê yekgirtina wê, ji bilî guherîna sîstemê wê yê siyasî, ku bi wê hêviyê bû Iraqeka demokrasî îtîhadî federalî berqerarbît her weku di desturî da hatiye çespandin, û her takek weku hawlatiyek cihê xwe di nav da bibînit û mafên wî yên medenî û siyasî û aborî û komelayetî û rewşenbîrî di parastî bin. 

Serkirdayetiya siyasiya Kurdan di lîstoka siyasî da nimare û yarîkerekê siyasî bû di avakirina Iraqa nûda weku sîstem, lê weku eqliyet û hizra siyasî heman şovenîzm li ser bingehê Erebîzmê reftar û serderî di gel Kurdan kiriye, lê neşiyaye hizra wan weku pêdivî bi guherît, çunke di jîngehek û di qutabxaneyên cuda da fêrbuwîne, û lojîkê hêzê pêşî her şûngirekê dî yê siyasî di pê aramtirin, çunke yê demkurt tire bo yeklakirinê, ger ne maweyê çendîn salane hikumeta navendî çendîn kêşeyên cuda cuda di gel hikumeta Herêmê helawîstî û bê çareserî bi behaneyên cura û cur bi cîh hêlayne weku yasaya petrol û xazê, budceya Pêşmegeyî, çarenivîsê maddeyê (140) û salane jî kêşeya budcê dihête ortêda dihête azrandin ku caran weku tektîk Kurdan naçarbiken bo destve anîna armanceka stratejî, van mijar û kêşeyan metirsiyeka siyasî û dûdilî bo hamwelatiyê Herêmê dirustkiriye, û hemî jî ji mijarên metirsîdar û çarenivîsazin, û li gor baweriya min guherîn di serederî û hizra wan ya siyasî da peyda nabît, ew jî girêdayî komeka hokarane weku jeopolîtîka Iraqê, abor û pêkhateya wê komelayetî û ayînî (tayfegerî), anku welatê afirandina kêşeyan nek çareseriyan. 

Bê guman hokarê aborî bi taybetî petrol di gelek qonaxanda dikevîte li jêr ajandayên siyaseta dewletên zilhêz û herêmî û çarenivîsê milletê Kurd yeklakiriye û bûye qurbanê armancên wan yên stratejî, di rojgarê evroke da hikumeta Iraqê zora nîgerane weku diyar ji daxuyaniyên karbedestên wan yên payeberz, ku dixwazît senteralîzmeka tund vajî binemayên desturî reftarê di gel hikumeta herêmê biket, ku wisa diyare di şerê siyasîda çend ew ji badekek ji yêk ji mijarên helawîstî nîgeran weku siyaseta petrola herêmê û kompanyên berhemînan û hinartina wê ew hind Kurd di wî şerîda di serkeftîne û qazanc diken.

Lê ya seyr ewe ragehandina Kurdî û bi taybetî ya opozîsyonê bêyî berçavgirtina binemayên asayîşa neteweyî û aborî yên sor sîtem zordariyekê li siyaseta petrola herêmê dikin bo berjewendên xwe yên rût û balkêşana takê Kurd, ku dixwazin hemî siyaseta petrola herêmê ya zelal û şefaf bît, belku her takekê vî komelê hûrkatiyên wê bizanin weku bihayê bermîla petrolê û bîrên petrolê û kompanyên petrolê û regezên wan…htd ku bikarê hikumetê dihête zanîn. Lê ya girîngtir ewe pêşî vê çendê bizanin deyvçûna siyaseta petrola hikumeta navendî û pêdagiriyê li ser destve anîna behra xo bikeyn û bo xelkekî bihête ronkirin, berî ya herêmê, ku çend ji dahatiyê wê bo hamwelatiyên Iraqê dihête mezaxtin, yan bo kirîna çekê giran bi behaneya ji navbirina terorê û parastina barê emnahiya Iraqê.

Helbet kompanyên berhemanîna petrolê di warê aborî da bo Kurdan di girîngin, lê ya girîngtir ewe warê siyasiye ger senga wan ya nêvdewletî berçav bigirîn, ku xwedan regezên cuda cudane, û dewletên mezin li pişt wan hene, û ev çende zêdetir di qazanca Kurdan ya stratejî daye bo hindê li qewareya Kurdan yê siyasî li ser astê navxoyî û herêmî û navdewletî da bi xwedan derbikevin û rehendekê nêvdewletî werbigirît û li vêrê berjewendên wan û Kurdan yêk digirin û pêdiviye ev çende bi yêkgirtina gotara Kurdan ya siyasî û aborî beramber hikumeta navendî li berçav bihête wergirtin û rê li destêwerdanên wê bihête girtin.

M. Xelat Musa

Back to top button