Kultur

Li Kurdistanê pêşbirkêya bîrkariyê de 614 kes beşdarbûn

Pêşbirkêya bîrkariyê ku ji aliyê Dezgeha Rewange û bi hevkariya Wezareta Perwerde ya sala 2020 birêveçû, pêşbirkê ji bo dûyem sale li ser asta Herêma Kurdistanê birêvediçê û armanca wê handan û teşwîq kirina xwendekarene ji bo girîngîdana beşên zanistî, bi taybetî jî bîrkariyê.

Arî Resul Berpirsê Peywendiyan û Ragihandina Dezgeha Rewange ragihand, armanca wê karê handana zêdetirê xwendekarane û zêdekirina xwesta xwendekaran ji bo beşên zanistî, bi taybetî bîrkarî, her wiha handana û teşwîqkirina xwendekarên me ye heta ku bikarin li pêşbirkêyên navxweyî û navdewletî da beşdarî bikin.

Pêşbirkêya bîrkariyê li çar qonaxan da û li navbera xwendekarên pola 10ê beşa zanistî û li şeş Birêveberiyên Giştî yên ser bi Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê birêveçû, têda 614 xwendekar li çar qonaxan da pêkve rikeberiyê dikin.

Zêdetirîn rêjeya beşdarbûnê li Hewlêre ku bi 217 xwendekaran beşdarî pêşbirkê kirine, qonaxa yekem û dûyema pêşbirkê bi awayeke taqîkirinê birêvediçe û qonaxa sêyem û çarem jî bi awayeke raste rast dibe. Paşê pileya yekem û heta sêyem têne hilbijartin.

 

Back to top button