Barzanî: Amerîka ji Kurdên Sûriye çi dixwaze?
Li hevpeyvîneke li gel rojnameya The Independent Serok Mesûd Barzanî ragihand, Mihemed Tewfîq Ellawî ji malbateke birêz û navdarê Bexdaye, lê belê erkekî giran li ser milê wî ye, ji ber hebûna wan hemû grupên çekdaran ku ji yasa derket, nikarê li erka xwe da serkeftî bê.
Her wiha got: Helwesta Kurd ya di derbarê Serok Wezîrê raspardî, bende bi rol û têgihiştina wî ya rewşa Herêma Kurdistanê re.
Di derbarê Amerîka jî Serok Barzanî eşkere kiriye: “Sala 2011 ez li gel çûna hêzên Amerîka ji derveyê Iraqê nebûm, li wê baweriyê da bûm teror dest li ser beşekî zêdeyê axa Iraqê da digrê û metirsiyê jî li ser Herêmê dibe, niha jî ku ji ber gengeşeyên Îran û Amerîka daxwaza derçûnê ji wan hêzan tê kirin, tenê ji bo rakêşana soz û muzayedeye, ji ber ku hebûna hêzên Amerîka, ji bo aramî û paşaroja Iraqê girînge”.
Her wiha eşkere kiriye eger Amerîka vekêşê, welatên dinê hevpeymanên navdewletî jî vedikêşin û piştî şeş mehan, Da’îş vedigerê.
Li heman demê da Serok Barzanî, balkêşiya xwe jî roldîtina Washington li Bakûrê Sûriye nîşanda û ragihand, ez dixwazim têbigihim Amerîka çi ji Kurdên Sûriye dixwaze, eger mebesta wî parêzgarîkirina wane ewe tiştekî başe, lê belê ewê ku me dît guman li sere, Kurdên Sûriye bi radeyekî zêde baweriya bi Amerîka ji dest da, lê belê niha hêdî hêdî ew bawerî carekî din dirust dibê.