Civak
Li Kurdistanê nêçîra masiyan heta sê mehan qedexe kirin
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikumeta Kurdistanê nêçîra masiyan heta sê mehan qedexe kir.
Birêveberiya Giştî ya Samanên Ajal û Veterîneriya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ragihand, nêçîra masiya li 15.03.2020 heta 14.06.2020 hatiye qedexe kirin.
Birêveberiya Giştî ya Samanê Ajal û Veterîneriyê li nivîseke hejmara 971 da tekez li wê yekê kiriye, bi hemû awayekî nêçîra masiyan ya bi kom wekî (kehreba, maddeyên jehrawî, teqemenî û torên kunên biçûk û hwd) li hemû demsalê salê da qedexeye.