Civak

Li Kurdistanê Futsala keçan destpêdike

Yekîtiya Topapê(Football) ya Herêma Kurdistanê di civîneke xwe da ya li gel nûnerên yaneyên(club) beşdarên hevrikiyên xula Herêma Kurdistanê ya Futsala keçan da, ji bo yaneyên nayab(bêhempa) civiya têda şêwaz û jivanê destpêkirina hevrikiyên xula Futsala keçan destnîşan kir.

Di vê civînê da li gel yaneyên beşdar ku heft yane wê beşdariyê bikin roja 27.03.2020 destnîşan kir. Ji bo destpêkirina hevrikiyên xulê bi awayê yek qonax û her çar yaneyên yekê wê derbasî çargoşeya zêrîn bibin.

Yariyên destpêka xulê wê bi vî awayî bin:

Çoman – Zêrevanî

Jinên Hewlêr – Dukan

Sîrwana Nû – Afrodît

Helebçe wê heftiya yekê de çaverêkirî be.

Futsal yariyeke werzîşêye û her çende wekî yariyeke Football a salon û holan jî bê zanîn, lê ewê jî taybetmediyên xwe yên cûda heye.

Back to top button