Civak
Daîş girt û Amerika dîsa vekir

Li gor daxuyaniyeke USAID Ajansa Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka hatiye ragihandin, di dema cengê dijî Da’îş da kargeha Dirutinê ya Bertile ya li parêzgeha Nînowa ziyaneke mezin dîtibû. Sala derbasbûyî bi piştevaniya Ajansa Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û li çarçêweya programa USAID ICRI-Ta’afi de 146 mekîneyên dirutinê û amêrên din pêşkêşî kargehê kiribûn. Niha jî endamên civaka rengîn ya hemû pêkhatên parêzgeha Nînowa pêkve li kargehê kar dikin û rojane hezaran demamikên (maske) pizîşkî berhem tînin û dişînin nexweşxaneyên seranserê Iraqê.