Kultur
Li Kurdistanê demsala çandina gûl û daran destpêkir
Li Kurdistanê bi giştî piştî hatina meha adarê demsala çandina gûl û dar û şitlên daran destpêdike.
Li tixûbê bajarvaniya Akrê jî çandina gulan ji bo xweşikiya sîmayê bajar û çandina daran ji bo zêdekirina rêjeya keskatiyê li devera Akrê jî destpêkir.
Bilind Riza Serokê Bajarvaniya Akrê ragihand Serokayetiya Bajarvaniya Akrê helmeteke çandina gul û daran li navenda qeza Akrê destpêkir û ev helmet heta demsala biharê wê berdewam be.
Her wiha got li qonaxa yekê 350 dar li gel çendîn cûreyên gulan hatine çandin û biryare zêdetirê hezar darên din bêne çandin. Gul zêdetir ji bo xweşikkirina sîmayê kolanên giştîn û dar jî ji bo zêdekirina rêjeya keskatiyê têne çandin. Ev helmet heyva adar û newrozê de li tixûbên bajarvaniya Akrê berdewam dibe.