Polîtîk

Li Kurdistanê 319 çewlikên xwedîkirina masî hatine vekirin

Ji ber nêçîra neyasayî û hişkesalî û her wiha xizmet nekirina samanê masî li Kurdistanê de, berhema masî kêm kiriye. Li dema qedexekirinê jî de, masîgir bi mebesta peydakirina debara jiyana xwe neçarin karekî din peyda bikin. 

Birêveberê Samana Masî ya li Wezareta Çandin û Çavkaniyên Avê dibêje: Heta niha 319 moletên çewlikên bi xwedî kirina masî li Kurdistanê hatine dayîn û heta niha jî negihîştiye wê astê ku berhemanîna masî li Kurdistanê de pişta xwe bi berhema xwemalî bibestê. Lê belê eger beramberî li gel salên derbasbûyî bikin berhema xwemalî geş kiriye.

Ji bilî li bendavên Derbendîxan û Dukan, ku dû bendavên serekiyê masî ne li Kurdistanê de û çendîn rûbar jî li Kurdistanê de hene ku bûne cihê nêçîra masî, lê belê eve çend saleke masî li bendav û rûbaran kêmbûne. Ji bo wê yekê heta niha bazara masîfiroşên Kurdistanê ji ber berhema şandina derve de lawaze. Eve jî bandoreke xerap li ser berhema xwemalî kiriye.

Back to top button