Teknîk
Li Kurdistanê 19 bendavan çêdikin
Pîspor behsa wê yekê dikin ku li çend salên pêş de cîhan berev çolbûnê ve diçê û pîsporek jî dibêje dirustkirina bendav li Herêma Kurdistanê dikarê çareserkirinekî baş bê, eve li demek de ye ku 19 bendav li herêmên cûda cûda yên Kurdistanê li warê bi cîhkirinêdane.
Serdar Ebdulrehman ragihand ku dirustkirina bendavan aliyekî serketina parastina avê ye li Herêma Kurdistanê, eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê plana dirustkirina bendavan bi baş bi cîh bike wê demê Herêma Kurdistanê ji kêşeya çolbûna cîhanê heta asteke zêde dûr dikeve.
Her wiha dibêje: ”Dirustkirina bendav ji aliyê welatên cîranê Iraqê ve, bandoreke mezin li ser hişkbûna ava ser zevî ya Herêma Kurdistanê de dibe.