Civak

Li Kurdistanê 1402 kompanyayên biyanî kar dikin

Rêvebirê giştîyê tomarkirina kompanyayan ê wezareta bazirganîyê û pîşesazîyê Dilzar Ismayîl Ehmed ji PNA re da xuyakirin, ku li Hewlêrê û Duhokê 871 kompanyayên biyanî û 7113 yên xwemalî kar dikin.

Dilzar Ismayîl Ehmed got, ku li Silêmanîyê jî 2490 kompanyayên xwemalî û 621kompanyayên biyanî kar dikin. Weha jî got, ku li hersê parêzgehan 9603 kompanya xwemalî ne û 1402 kompanya jî biyanî ne.

Di dawî de Dilzar Ismayîl Ehmed got, ku her hevwelatîyekî herêma Kurdistanê dikare kompanyayekê bidamezrîne û ji bilî vê çendê, li gora qanûna nû ya tomarkirina kompanyayan a hejmar 21-ê sala 1997-ê serrastkirî, hevwelatîyên biyanî jî dikarin kompanyayan li herêma Kurdistanê bidamezrînin.


Nûçe:Hêmin Sabir

Back to top button