Polîtîk

PDK-Bakur dibêje erê

PDK-Bakûr di derbarê referanduma 12-ê Îlonê de çêbibe daxûyaniyek ji bo raya giştî belavkir. Di vê daxûyaniyê de behsa rewşa Tirkiye û Kurdistana Bakur dike û prosesa siyasî dinirxîne. Herweha hatiye ragihandin ku, guhertina destûrê û demokratikbûna Tirkiye ji bo çereserkirina pirsa kurd jî gelekî girîng e.

PDK-Bakur dixwazê ku xelk di referandumê de herin ser sanduqan, dengê xwe bidin û bêjin erê. Ji ber ku,ev guhertin rêya dadgehkirinê ji tawabarên 12-ê Îlona 1980-ê vedike. Herweha qebûlkirina paketa guhertinên destûrê dê bibe gavek di rêya pêkanina zemînek demokratîk û ev yek jî dê rê li pêşketina tevgera kurd veke.

Di dawiya daxûyaniyê de hatiye ragihandin ku,dê ew ji bo rêvekirina destûrek demokratîk û bibe demana azadiyê bêjin erê.

Back to top button