Polîtîk

Lanza:Emê alîkariya lêşkerên Iraqê bikin

Bêjedarê hêzên Amerîkayî yên li Iraqê Steve Lanza ragihand, ku sala bûrî dema li hevhatin di navbera Amerîka û Iraqê de pêkhatî, pêşinyara wê çendê jî hat kirin ku hêzên  Amerîkayî ji Iraqê vebikişin û niha hêdî hêdî prosesa vekişîna hêzên çekdarên Amerîka dest pê bûye.

Di vê derbarê de Steve Lanza  ragihand, ku di vê dawîyê de  prosesa vekişîna 4.000 leşkerên supayê Amerîka ji Iraqê dest pê bûye û ev yek jî wek belgeya vekişîna hêzên Amerîkayî ji Iraqê ye.
Lanza weha jî da zanîn, ku vekişîna hêzên Amerîkayî ji Iraqê nîşana veguhaztina  erkê berpirsiyariya asayişê ji supayê Amerîka bo hêzên Iraqî ve ye.
Bêjedarê hêzên Amerîkayî yên li Iraqê tekez jî kir, ku dê di qonaxên bê de, hêzên supayê Amerîka li ser prosesa alîkarî û rahênana leşkerî ya hêzên Iraqî berdewam bin.

Di heman demî de Steve Lanza dilxweşbûna xwe li hember zêdebûn û bi hêzbûna şîyana hêzên Iraqî ji bo wergirtina dosyaya asayişê ya welatê xwe da nîşandan.

Back to top button