CivakRojev

Li Kurdistanê 12 kêlgeh û Çewlikên berhemanîna hêkan heye

Hêk yek ji wan xorekane ku pêdiviyên navxweya Kurdistanê pir dike û salane li ser milyarek û 300 milyon hêk tê berhemanîn, her ji bo wê yekê Wezareta Çandinê ji bo parastina berhemên navxweyî biryara qedexekirina hêkên tirkî û biyanî daye. Li gor amaran 12 kêlgeh û çewlikên berhemanîna hêkên xwarinê li Kurdistanê heye.

Heşt ji wan çewlikên berhemanîna hêkan li tixûbê parêzgeha Hewlêrê ye û yek ji wan mezintirîn çewlike ku rojane nêzîkî 1300 karton hêk dixe nava bazar, bi sîstemeke cîhanî hatiye avakirin û hewl jî didin asta berhemanîna wê zêdetir bikin.

Hêk bi çend qonax û fîlterek da derbas dibin, sîstem hêkên xerap û ne tendirust qebul nake û bi awayeke otomatîk qebare û cûreya hêkan cûda dike. Ji ber başiya sîstema kar û berhemanînê çend kargehek bawernameya ISO ya navdewletî jî wergirtine.

Back to top button