Nivîsar

Li Kurdistanê Qelsiya Netewperweriyê.

Di serdema modern de, bi taybet piştî Şoreşa Frensa civatên ku ne netewperwer in li kuderê hebûn? An mirov malbatperwer bû, heremperwer bû, eşîrperwer bû, olperwer bû, an ji van têgehan hemûyan di nava xwe de vedihewand û têgeha niştiman jî lê zêde dikir û dibû netewperwer.Eşkereye ku her civatên pêşketî tozekê di nava hest û ramanên netewperwerîyê de dilivin. Al, ziman, welat, kultur, huner, dîrok, şûnwar, belê, hemû ev têgeh bi hevdu re diketin nava livandinekê, nava yêkrêziyekê, nava entegrasyonekê netewperwerîyê. Formasyon û pêşeroj xwe li gora vê livandinê komî ser hev dikir û pênasinên xwe hîna zelaltir dikirin. Naveroka têgehan xwe şênbertir dikir. Ev şênberbûna nû tixûbên xwe ji hemû cıvatan re eşkere dikir…Hilbet asta vê livandinê li gora konaxên dîroki, kulturî û entegrasyona civatê bi hevdu re xwe cüda dide der. Şax û peren civatê, siyaset û rêxistin berbi yekrêzîbûnê de bilez gav diavêtin. Dilbijandin, helwest, etîk, berjewendî, siyaset, kesayetî di nava beroşa netewatiyê de xurt dikelîyan. Gelek pênasînên kevnare xwe ji nûde di ber çavan re derbas dikirin. Ji bona felsefeyeke netewî paleyî dikirin…Em dizanin ku ramanên netewperweriyê di nava hemû gel û cıvatan de bi çoşeke mezin belavdibûn. Heta li welatên bindest, di tevgerên anti kolonyalîstî de, hest û ramanên netewî bibûn helwestên sereke. Hest û ramanên netewperweriyê beyî ku bikeve nava asta nejatperweriyê roleke erenî di nava civatên pêşketi de dileyistin. Van hest û ramanan rê nişanî welatên lipaşmayî jî didan…Rewş li dinyayê bi tevahî wilo pêşketibû…Lê ma li Kurdistanê rewşa me çawa bû?Mirov dikarê bihêsanî bibêje; civata Kurdan di vî warî de gelekî qels mabû. Civata Kurdan di dema modern de bi tevgerên li dinyayê re zû û di dema xwe de entegre nebibû. Heta tevgerên siyasi, kulturi, edebî, hunerî, felsefî di dema xwe de, xwe negihandibûn asteke ku hewcedariya cıvata me pê hebû.Bi gotineke din em dîsa dereng mabûn.Dagırkerên welatê me netewperweriyeke çavsor û eşkere dikirin lê Kurdan di vê serdemê de qala ola xwe dikirin, qala herema xwe dikirin, qala devoka xwe dikirin, îdeolojiya xwe dikirin, malbata xwe dikirin, qala biratiya vala dikirin, qala şêx û mirîdên xwe dilkirin, qala eşira xwe dikirin, ûhw. Me pênasîna xwe ya pêşîn weke Elewiyan, Êzîdiyan, Kakayiyan, Soranan, Suniyan, Zazayan, Kurmancan dikirin. Gelek caran dihate jibirkirin ku em hemû bi hevdu re Kurdbûn.Em baş dizanin ku Kurdan, heta nûha li ser himê netewperweriyê siyaseteke birêkûpêk nekirine, xwe di vî warî de komî ser hevdu nekirine. Diwarê xwe seqa nekirine. Heta hinekan ji me bi haweyekî pir seyr netewperweri weke tiştekî xerab, weke qelsîyeke, weke lipaşmayîneke dinirxandin. Hinek sergejan jî digotin; me dewlet navê! Hinekan jî dıgotin; me Kurdistan navê!Me ji binî de netewe-dewlet navê digotin!Jibira dikirin ku doza Kurd û Kurdistanê doza wekhevîyê bû. Ji ber ku Kurdan welatê tu kesan ji destên wana bi darê zorê nestendibûn. Em li dijî dagırkeriyê bûn û ji bona wekheviya netewî dixebitin.Mirovên ku berjewendiyên wana di wan bîrûboçûnên şaş de hebûn, yên ku li dijî netewperweriya Kurdi radiwestiyan, divabû bidengekî bilind werin rêxnekirin, fikir û ramanên wana birêkûpêk werin analiz kirin û şekil û şemalên wana jî ji cıvata Kurdan re bêne eşkere kirin…Di vî warî de medya Kurdî xwediyê erkekî gîran bû. Di medya de niqaşên me ne şênber bûn. Mirovên ku rêzberbûn jî ji pirsgirêkan direviyan. Medya Kurdî gelek caran di van pirsan de pasif dima. Rojnamevan, sîyasetmedar û rewşenbîr divê xwe di vî warî de tov bikin, xwe tekûz bikin û divê nîqaşên fikrî da nava civata Kurdan de bikevin asteke maqûl. Divê hemû kesên Kurd hewlbidin ku netewperweriya Kurdî xurt bibe, pêşde here, bibe rewta sereke û dibin çermê mirovên Kurd de hêlineke germ ji xwe re çêbike…Belê, Helbestvanê Kurd Hemin Mukriyanî ji bona Kurdîbûna xwe çi digot?”Nakevîm xema zincîr û tenaf û dar û bendan ezMin qetqetî bikin, min bikujin jî hîna jî dibêjim kurd im ez.”Hêmin vê gavê dixwaze bi hemû haweyî hebûna xwe ya netewî biparêze. Li vir Hêmin di ramanên xwe de çavsorîyê nake, weke çavsoran, qûretîyê nake, weke qûreyan, xwe nanepixîne, weke nepoxan, netewayên heremê biçûçik nake, weke Ereb, Faris û Tirkan, xwe jî kesî mezintir nabîne. Tenê li vir ew, li ser nasnameya netewî xwedî bahwerîye û li ve derê helwesta xwe ya ku li miqabilî perçiqandinê heye tînê ziman. Ji xwe ev yeka hanê jî weke ku tê zanîn mafê hemû kes û netewa ye.Weca netewperweriya Kurdî divê li ser hîmê helwesteke pozitîf were avakirin. Xwe ji cîhana derdora xwe îzole neke. Evîndarê welatê xwe be. Bi dinyayê re entegre bibe. Li ser hîmê wekhevî û azadîyê, avanîya Kurdan were damezrandin. Şax û perê xwe jî li gora van qîmetên ku me li vir anîn ziman, belav bike. Dibin hemû nihîtên xamê berîyê de, ew divê hergav li cewhera dilovanî û mirovantîyê bigere. Di bingehê netewperweriya Kurdî de divê hertim xweparastin, hûmanîzm û evîna mirovantîye hebe…Şerefxan Ciziri20.01.2018 

Back to top button