Li Kanî Masiyê TNT bi tîma çêkirina elektrîkê de teqiya

Ji ber bombebarana Tirkiyê, elektrîk li ser 76 gundên sînorê bajarokê Kanî Masî ya Duhokê qut bûye û ji bo çareserkirina kêşeyê, du tîmên çakkirina elektrîkê çûne deverê lê di rê de TNT bi tîmekê de teqiyaye. Rêveberê Bajarokê Kanî Masiyê dibêje, “ji ber teqînê 3 kes birîdnar bûne.”

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, ji ber bombebarana Tirkiyê hêla elektrîka giştî ya navenda nahyeya Kanî Masiyê û 76 gundên sînorê wê nahyeyê qut bûne û ji bo çêkirina hêla elektrîkê tîmên fermangeha elektrîkê çûbûne navçeyê.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, TNT bi tîmeke çêkirina hêla elektrîkê de teqiyaye û jiber bûyerê 3 karmendên fermangeha elektrîka Kanî Masî birîndar bûne

Rêveberê bajarokê Kanî Masiyê, Serbest Sebrî jî ji Rûdawê re ragihand, birîndar rakirine nexweşxaneyê û diyar kir: “Em nizanin rewşa tendirustiya birîndaran çawa ye.”

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsanê ve operasyoneke nû di nav axa Başûrê Kurdistanê û li navçeyên Metîna, Avaşîn û Zapê destpê kiriye û li navçeyê şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de rû didin.

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, êvara roja Duşemê jî di navbera herdu aliyan de pevçûn derketiye, ku nêzîkî pênc demjimêran dom kiriye û ji ber bombebaranên Tirkiyê elektrîk li Kanî Masiyê û bi dehan gundên derdorê qut bûye.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, ji ber qutbûna hêla elektrîkê nêzîkî 9 hezar kes li navçeyê bê elektrîk mane.

Heya niha nayê zanîn, ku ew TNT ji aliyê kê ve li navçeyê hatiye danîn.

Nerîna min :