Cîhan

Li Israîl 40 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Israilê di şewatekî de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Israîl cejna Hanuka li wan bû jehr. Roja cejnê li herêma bakurî Israîl nezikî gundek yê Durziyan agir bi daristanê ket. Agir gelek geş bû û gihat nêzikî girtîgehekî. Girtigeh vale kirin, di vê demê de otobusek ya ku 50 kesên diçûna da alîkariya girtiyan bikin, ketin di nav agir de  û di encam de 40 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta Israîl ji bo vemirandina agir ji henek welatan arîkarî xwestin û herêmek berfireh ji bo tirsa ku agir pêbikeve hate vale kirin. Agir ji sê cihên cuda destpêkiriye û bi hezaran israîlî ji bo vemirandina agir seferber bûne. Di encama vî agirî de heremek berfireh  bû xwelî.

Back to top button