3'ê Berfanbar
3’ê Berfanbar
Di sala 1971’an û di rojekê wekê îroyê de balafirên artêşa Pakistanî li ser balafirgehên Hîndistanê bombe barandin û ji ber vê yekê artêşa Hind jî berê xwe dan Rojhilata Pakistanê û şerê Pakistan û Hindistna destpê kir.
Hêzên Rojhilata Pakîstanê li hemberê Artêşa Hindistanê naçar man û di 15ê Berfanbarê sala 1971’an de teslîm bûn.
Di heman rojê de ( 15 Berfanbar 1971 ) Dewleta Bangladeş bi awayekî fermî serxwebûna xwe îlan kir.
Di 17 û 19ê Adarê sala 1972’an de Serokwezîra Hindistanê İndra Gandhî jî serlêdana Bangladeşê dike û di navbera Hindistan û Bangladeşê de peymana hewkarî û dostaniyê hatiye îmza kirin.
Dewleta Bangladeş bilezûbez ji aliyê dewletên wekê Emerîka, Yekîtiya Sovyetan û Çînê ve hatiye naskirin.
Pakîstan jî ji ber daxwazên dewletên Îslamê di Reşemiya sala 1974’an de naçar dimîne û dewleta Bangladaşê nas dike