Li Qamişloyê nivîskarekî Kurd hat girtin
Hêzên Dewleta Surî li bajarê Rojavayê Kurdistan Qamişloyê nivîskarekî Kurd Ebdilselam Ebdela Hecî Îbrahimê li mala xwe binçav kirin piştî binçavkirinê jî hate girtin. Nivîskarê Kurd bi navekî Siyamend Îbrahîm jî tê nas kirin.
Li gor nûçeyekê malpera Kurdwatchê ku li Suriyeyê qeydên binpêkirina mafên mirovana digre, xwediyê 4 zarok Siyamend Îbrahîm li bajarê Qamişloyê di roja 25ê Sermawezê de hatiye binçav kirin.
Berê demekî Gerînendeyê Ewlekariya Siyasî ya Qamişlo banga Siyamend Îbrahîm kirin û dosyayê wî di pêş de Hesekê Gerînendeyê Ewlekeriya Hesekê re û ji wir jî ji Dadgeha Leşkerî ya Qamişloyê re hate şiyandin. Dadgeha Leşkerî jî di derhaqa Siyamend Îbrahîmê de biryara girtinê stend û dosyayê wî jî ji Dadgeha Leşkerî ya Halepê re hat şiyandin.
Nivîskarê Kurd Siyamend Îbrahîm a niha di girtigeha Qamişloyê de ye û daxwaza azadberdana Parezêrên nivîskarê Kurd hate red kirin.
Siyamend Îbrahîm çend hefteyan berê jî li sînora di navbera Qamişlo û Nisêbînê de bi kitêbê xwe yê wergerkirî ya navê Destana Gilgamêşê hatîbû girtin.