Polîtîk

Kongreya Yekîtiya Aşûriyan pêk hat

 

Di kongreyê de ku rewşa xrîstiyanan li Iraqê hat gotûbêjkirin, Wezîrê Kultûrê Kawe Mehmûd bi nûneratiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nûnerê Serokwezîrê Iraqê Gorgîs Yaqûb, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Herêmê û serkirdeyên partiyên siyasî yên li Iraqê amade bûn.

Cîgirê Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Aşûriyan Hurmiz Şahîn, derbarê kongreyê de ji AKnewsê re axivî û got, “Ev e yekemîn kongre piştî derbasbûna 42 salan bi ser avakirina Yekîtiya me ku li Iraqê tê lidarxistin. Kongreyên berê hemû li derveyî Iraqê bûn.”

Şahîn axaftina xwe wiha domand, “Em dixwazin ji cîhanê re piştrast bikin ku Aşûrî neteweyek e û her wiha ji bo parastina mafên neteweyî û mirovayetî yên gelê Aşûrî li seranserê Iraqê bixebitin.”

Şahîn xuya kir ku kongreya wan di demekê de tê lidarxistin ku rewşa Iraqê bi giştî û xrîstiyanan bi taybet gelek dijwar e.

Şahîn wiha got, “Gelek şande ji Ewropa, Amerîka, Avustralya, Libnan û Îranê di kongreyê de amade ne û dê rewşa xrîstiyanan li Iraqê gengeşe bikin û serokatiya nû ya Yekîtiyê jî hilbijêrin.”

 

 

Nûçe: Merwan Yasîn
Wergêr: hm
(AKnews)

Back to top button