CîhanRojev

Li Iraqê tevlîhevî berdewame..!

Li Iraqê çikas diçe aliyên siyasî dijberiya hev dikin û tişta ku dixweyê rêya diyalogê niha girtiye. Wek tê zanîn aliyekî Tevgera Sedir ji liyek din jî Tevgera Çerçoveya Hemahengiyê heye. Herdu alî jî Şîene û Çerçova Hemahengiyê girêdayê Îranê siyasetê dike û Sedir berevaciyê Îranê ye.

Piştî parlementerên tevgera Sedir xwe ji parlementoyê vekişandin û aligirên Sedir dest xwepêşandana kirin û ketin nava herêma Kesk û li parlementoyê de dest grev a rûniştinê kirin, niha jî alîgirên Çerçoveya hemahangiyê dest xwepêşandana kirin û di herêma Kesk de dest greva rûniştinê kirin.

Di heman demî de Çarçoveya Hevahengiyê ji partiyên Kurdistanî xwest ku li ser berbijêrê serokomariyê biryarê bidin.

Çarçoveya Hevahengiyê dibêje: “Em bang li partiyên siyasî yên Kurd dikin ku bi lez berbijêrê serokomariyê diyar bikin û berbijêrê fraksiyona herî mezin ji bo serokwezîrtiyê destnîşan bikin.”

Roja Înê piştî nimêjê Tevgera Sedr, Çarçoveya Hevahengiyê û rêxistinên sivîl 3 xwepêşandanên cuda li Bexdayê saz kirin.

Alîgirên Sedr ev nêzî du hefteyan e li Herêma Kesk çalakiya rûniştinê li dar têxin.

Rêberê olî û siyasî yê Şîa Sedr di 3ê Tebaxê de bi daxuyaniyekê banga hilweşandina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir.

Sadr ev bangawazî careke din dubare kir, vê carê jî xwest dadgeh mudaxele bike û parlamentoyê hilweşîne. Sedr bang li alîgirên xwe jî kir û xwest ku piştî temamkirin û îmzekirina formên daxwazên ku ji bo hilweşandina parlementoyê, radestî dadgehê kirin.

Li aliyê din Serokwezîrê berê û yek ji serokên Çarçoveya Hevahengiyê Nûrî Malikî li hember daxwaza Sedir daxûyaniyek da û dibêje:Ne hilbijartinên pêşwext, ne guhertina rejîm û ne jî destûr dê were guhertin û biryara van tenê di parlamentoyê de ye. Parlamento ji ber çalakiya rûniştinê ya alîgirên Sedir nikare bicive.

Back to top button