
Malpera “Bazên Zagrosê” belav kiriye ku, di bajaroka “Dizê” ya girêdayî devera “Mirgewer” a ser bi bajarê Urmiyê, êrîşê binkeyeke rejîma Îranê hatiye kirin.
Malper di derbarê vê çalakiyê de dibêje: “Di şeva Pêncşemî 19`ê gelawêj a sala 1401`an a Rojî, Bazên Zargrosê li bajaroka Dizê ya ser bi devera Mirgewer êrîşkirine li ser “pasgaha Qezayî ya Mirgewer” ya hêza serkutker a Komara Îslamiya Îranê.
Fermande û kirêgirtiyan di vê binkeya rejîmê de, rola bingehîn di azardana xelkê “Dizê” û deverê de hene.
Ev binkeya rejîmê bi sedema cihê taybetî yê cografî û pêkahateya siyasî û civakiya bajaroka “Dizê ya ser bi devera Mirgewer” her ji destpêka şoreşa Îslamî ve, girîngiyek taybet pê hatiye dan û bi berdewamî hêzên bê rehim û kurdkuj tê de cihgîr kirine.
Di vê hewla “Bazên Zagrosê” de çekdarên rejîmê bi qasekî tirsiyane ku heta sibêdehê nekarîn, ji binkeya xwe derkevin.
Ew hewla “Bazên Zagrosê” dilxweşbûna xelkê Dizê û deverê li pey xwe aniye.