Li Iraqê hîn jî şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurd in

Serok Barzani bi minasebeta bîranîna êrîşa kîmyayî ya li ser Helebçeyê peyamek weşand û got ku tevî vî tawanê hovane jî, li Iraqê hîn jî şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurd in.
16ê Adara 2026an, Serok Barzani bi minasebeta salvegera 38emîn a êrîşa kîmyayî ya li ser Helebçeyê peyamek weşand.
Serok Barzani êrîşa kîmyayî ya li ser Helebçeyê wekî “zilmeke mezin” li dijî gelê Kurd bi nav kir û got, “Li tu deverek cîhanê dewletekê bi çekên kîmyayî li dijî welatiyên xwe jenosîd nekiriye, lê di hundirê Iraqê de ev sûcê mezin li dijî gelê Kurd hatiye kirin.
Serok Barzani her wiha tekez kir ku Iraq berpirsiyariyeke dîrokî û yasayî heye ku qurbaniyên vê sûcê tezmînat bike.
Peyama Serok Mesûd Barzani:
Sûcê êrîşa kîmyayî ya li ser Helebçeyê neheqiyeke mezin li dijî gelê Kurd bû. Li tu deverek cîhanê dewletekê bi çekên kîmyayî li dijî welatiyên xwe jenosîd nekiriye, lê di hundirê Iraqê de ev sûcê mezin li dijî gelê Kurd hatiye kirin.
Tevî van sûcên hovane, hîn jî li Iraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurd in. Sûcê Helebçeyê û hemû sûcên berê berpirsiyariyeke dîrokî û yasayî ya Iraqê ye û divê ew gelê Kurd tezmînat bike.
Bi vê boneyê, em silavê li giyanê şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê dikin.


