Cîhan

Li Iraqê hêjmara çekdarên Heşda Şeibî zêde dibe

Li Iraqê çikas diçe hijmara çekdarên Heşda Şeibî zêde dibin.Zedebûna hûjmara çekdarên Heşda Şeibî dibe barek giran li ser aboriya Iraqê. Ji ber ku Heşda Şeibî ji aliyê hukumetê ve tê finansekirin û ji %15 bûtçeya îsal jib o dezgehên ewlekariyê hetiye dabinkirin.

Hejmara endamên Heşdî Şeibî tenê di nava du salan de, 116 hezar kes zêde bûye. Li gorî rapora Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, hejmara çekdarên Heşdî Şeibî di sala 2023ê de derketiye 232 hezar û 75 kesan.

Ev yek ji aliyekî ve di warê aborîde rewşa Iraqê berbi xirabiyê ve dibe, ji aliyek din ve jî bandora Îranê li ser Iraqê zêdetir dike. Ya herî girîng jî hêzbûna wan dibe tehdîdek li ser destkeftiyên Kurdistanê jî.

Back to top button