Li himber êrîşên PKK kurd çi dibêjin!

PKK  cardin bi devê Îranê, Esad û Malikî êrîşek siyasî dibe ser serokê Kurdistanê. PKK ji bo yek tiştekî êrîşê Barzanî dike. Ew jî siyaseta Îro Barzanî rêve dibe hemû dep û dolabên hinek welatên dakirker têk dide.

Îro di serî de serokê Kurdistanê û hemû alî, dezgeh û kesên xeta netewî diparêzin berjewendiyên tevgera Kurd û Kurdistanê li ser her tiştekîre digirin. Ev qonaxa ku behsa ragihandina dewletek Kurdî tê kirin helwesta dijminayetî ya PKK li dijê serokê Kurdistanê û PDKê baş tê fam kirin.

Ne pêwîste mirov behsa siyaseta PKKê bike, herkesê ku berjewendiyên netewî li ser her tiştekîre digire siyaseta PKKê baş dizanê. Lê gelek kes ji bo berjewendiyên kesayetî û rojane siyaseta PKKê rexne nakin û nabin xwedî helwest.

Herweha gelek kes di nava PKKê de jî dizanin ku PKK bi devê dijminên Kurdan dijitîya serokê Kurdistanê û destkevtiyên Başûr dike. Lê kesayeta wan ya esîr(dîl) rê nade ku ew li himber diktatorên xwe serî hildin û nefesê bistînin.

Bê guman siyaseta dijminayetî ku îro PKK rêve dibe behra çewtiyên PDKê jî di tê de heye.

Di siyasetê de xalek gelek girînge ku mirov dostên xwe yê stratejîk nasbike. Dema ev neyê kirin çewtiyên ku îro li dijê siyaseta netewî tê kirin derdikeve holê.

Pêwîste ku PDK siyaseta xwe di hinek waran de cardin berçavre derbas bike.

PKK û medya PKKê ve girêdayî  agahdariyên nerast belav dikin û êrîşê serokê Kurdistanê dikin. Herweha li Bakurê Kurdistanê hinek dezgehên ku wek “sivîl“ lê di bandora siyaseta PKKê de kar dikin erîşê Başûrê Kurdistanê dikin.

Ji aliyek din li Tirkiye rojnemevanên Kemalist pişgiriyek mezin didin siyaseta PKKê li dijê Başûrê Kurdistanê û Barzanî.

Li himber vê yekê erkê medya kurd e ku li dijê van agahdariyên ne rast agahdariyên rast bighînin raya giştî. Lê mixabin gelek caran medya kurd jî dibê zemînek ji vê siyaseta çewt re.

Li Bakurê Kurdistanê ji bilî çend malperan kesek dengê xwe dernayêxe. Her kurdek madya kurdî dişopînê dizanê kî çi dike û kî çi dinivîse. Lê Li Başûr ev yek çikas tê zanîn ev cihê şikê ye.

Tu li Diyarbekir hawara dayîkên ku zarokên wan ji aliyê PKKêve hatin revandin seh nekî, behsa mirovyetî û mafê mirovan û demokrasiya ku di serê xwe de jî neke.

Tu zilm û zordariya PYD li Rojavayê Kurdistanê dike nebînî behsa siyaseta Kurdistanî neke.

Tu destevtiyên Başûrê Kurdistanê nebînî behsa berjewendiyên netewî neke.

Tu pişgiriya ragihandina dewletek Kurdî nekî  behsa kurd û kurdeyatiyê neke.

Lê bizanibe tu di rêya ragihandina dewletek kurdî de dibî asteng.

23.5.2014
Dara Bilek

Nêrînek

  1. Pêwîst nine kuz, merî weqas dûrûdirêj li ser vê meselê binivîsî, baxifî..fb. Diwê meri te$îya xa ji dijiminê Kurd û Kurdistanê dûr birêsî.. PKK jî yek ji wan dijminan e..

  2. Bi rasti jí ne péwiste mirov behsa síyaseta réxistina pkk-é biké,&imku ev kiríyarén dirinde,ú ev dijminatiya li hember ba$uré kurdistané ne care ewile u ne jí ya dawíye.Eve sih salin ev tevger bi van kiríyaran radibe, ev kiríyar búne be$ek ji jíyana réveberé vé tevgeré ya rojane.Véca me bivé-nevé her ku dem derbas dibé, síyaseta vé réxistiné iflas dibé,xapandina wé e$kere dibé,gelé kurd li dijé van kiríyarén teroristi &etei, u revandina zarokan, u éri$é malbatén kurdén sivil, seri hildidé u nerazibúna xwe diyar diké,em hemu dizanin li bakur ji u li rojava jí,”kér gihaye hestu”gel édi tehemúlé van tevgeran naké ú dűr-nézik wé ev bomb biteqé u wé zianek mezin bidé gelé Kurdé a$tixwaz.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: