Nivîsar

Li himber êrîşên çekdarên PKKê xwedî helwestbin…

Li devera qeza Amediyê li Çiyayê Metîna çekdarên PKKê li himber timeka pêşmergeyan kemîn danîn û bi roketa êrîşê pêşmergeyan kirin. Di  encam  de 5 pêşmerge şehîd bûn û 8 pêşmerge jî  birindarin. Birîna hinek ji wan giran e.

Ev ne cara yekem e ku, çekdarên PKKê bi zanebûn êrîşê pêşmergeyan dikin. Lê her care bi hinek daxûyaniyan  bûyera êrîşkariya PKKê li himber pêşmergeyan hatiye derbas kirin. Pêşmerge zarokên vî welatîne û ew xaka azad a Kurdistanê diparêzin. Lê PKK bi zanebûn di artêşa Tirkiye dikişîne herêma Kurdistanê û şerê xwe li ser xaka Kurdistana azad dike. Armanca PKKê tenê têkdana rewşa herêma Kurdistanê ye û têkbirina destkeftiyên Kurda li başûrê Kurdistanê ye. Kesek yan jî aliyek nikare berevaciya vê yekê bêje.

Xwîna pêşmerge bi destê  qirêj yê çekdarên PKKê tê rijandin  û ev yek rastiyeke. Hinek hêz û aliyên siyasî li başûrê Kurdistanê bi awayekî şirîkê van êrîşên PKKê ne . Ew alî bi helwest û pêwendiyên li gel PKKê dibin şirîkê rijandina xwîna Pêşmergeyên Kurdistanê.

Gelek daxûyaniya de tê gotin ku, bila PKK xwe ji xaka Kurdistanê dûr bêxe û şerê xwe li qada xwe bike. Bila PKK û artêşa Tirkiye xwe ji başûr dûr bêxin. Mixabin tu bandore van daxûyaniya tuneye û gerek ew dezgeh yan jî aliyên behsa şerê PKKê û Tirkiye li ser xaka başûrê Kurdistanê dikin gelek bi zelalî vê rewşê bînin ziman û vekirî behsa PKKê bikin. Bila herkes bizanibe zerera PKK dide herêma Kurdistanê kesek nadiyê.  Hêja vekirîtir, PKK tehdäda herî mezine li ser serweriya Kurdistanê. Heta ku aliyên siyasî û hukumî li başûrê Kurdistanê vê rastiyê nebînin û li gora wê jî tev negerin, dê her demî vê trajediya ku PKK pêktîne bijîn.

Niha li ser  van gotina hinek aliyên hevalbendên eşkere û weşartî yên PKKê dikarin bêjin ku, dê şerê birakujî çêbe gerek mirov di vî warî de hişyarbe. PKK bi zimanek vekirî û eşkere dibêje ku şerê li gel PDKê ne şerê birakujiye. Her hêzek ku bibe tehdît li ser serweriya herêma Kurdistanê , ew ne birane û helwesta ku li himber wan parastina serweriya Kurdistanê erkek netewîye û pêwiste. Veca kî çi navî li vê dike keyfa xwe ye.

Partiyên başûrê Kurdistanê yên vekirî şirîkatiya PKKê dikin divê bizanibin ev êrîş li dijê wan bi xwe ye jî. Daxûyaniya parlementoya Kurdistanê di derbarê êrîşa teroristî ya çekdarîn PKKê de,gelekî aloz e û tu wateya  wê jî tuneye. Tu dibê jî qey bi darê zorê ew daxûyanî derêxistine. Ji ber ku hinêk frakisyonê parlementoyê naxwazin PKKê şermezar bikin. Daxûyanîyê bi vî awayî behtir cesaretê dide PKKê û derneketina wan ji deketina wan baştir e.

Cardin dibêjin tehdît a li ser serweriya herêma Kurdistanê PKK bi xwe ye û ew destê dagirkera li başûrî Kurdistanê ye…..

6.6.2021

Analîz/Rojevakurd

Back to top button