Nivîsar

Li himber derew û dezenfarsyonên PKKê bê den neminin…

Li himber siyaseta PKKê ya durû û dezenfarmasyona ku belav dikin gelek zehmete ku mirov bikeve di nava tevgerekî de. Ji ber ku ew her ya xwe dibêjin û mixabin keriyên li dûv van jî diçin baweriyê li van derew û gotinên PKKê tînin.

PKK bi hemû awayî şerê tevgera netewî ya Kurd û destkeftiyên Kurdistanê dike. Li himber xelkê sivîl û pêşmergeyên Kurdistanê pişta xwe daye Îran, Tirkiye û milîsên Heşda Şeibî çalakiyên teroristî li dartêxin. PKK hemû nirxên civaka Kurd binpê kirine û erka xwe ya têkbirina civata Kurd û nirxên Kurdistanî pêk têne.

Pirs ewe ku PKK vê yekê bi nave Kurda dike, wek rêxistinek Kurd xwe dide nasandin .Lê herkesek dibîne ku, PKK li rojavayê Kurdistanê sembolên Kurdistanî qedexe kirine û tu cara nave Kurdistanê bi kar nayne. Ev bi sere xwe armanca PKKê dide xûyakirin. Lê gelo bo xelk vê nabîne û heja wek keriya xelk li dûv wan diçe? Gerek tarîfeka vê yekê hebe.

Carê weneyek yan jî karîkaturek bi çend xîzikan yan bi çend dîmenan hemû niyeta PKKê dertîxe hole. Lê mixabin têrê nake . Herkes metodên PKKê dizane ,lê nayînin ziman û dema PKK hewldanek bi nave yekitiyê bike jî dikare gelek aliyên ku xwe li ser xeta netewî didin nasandin bêxe di bin bandore xwe de. Tişta ku li bakurê Kurdistanê HDP bi nave PKKê dike ev e.

Ev yek jî dide xûyakirin hêja gelek siyaset û siyasetmedar xwe nasnekirine heta ku PKKê nas bikin. Qada siyasetê kirine qada berjewendiyên kesayetî û bazirganî.

Niha gelek ciwan û kurdên niştimanperwer hewldidin ku bersiva derewên PKKê bidin. Lê ne organize kirîne û nawendeka hevbeş û stratejik jib o vê yekê tuneye. Gerek gava yekem li himber dezenfarmasyona PKKê bê avêtin mobilezekirina medyayek taybet be…..

Nûçe/Analiz

N.Firat

Back to top button