Civak

Li Hewlêrê Şehîdên 1-ê Sibatê hatin bibîranîn

Li gora nûçeya  Hewlêrê li qada monometer, Şehîdên 1ê Sibatê, di nav parka Samî Ebdulrihman de bi beşdariya rayedarên Herêma Kurdistanê, nûnerên konsolxaneyên navnetewî li Hewlêrê û xwediyên şehîdan, karesata Şehîdên 1ê Sibata 2004ê hatin bîranîn.

Di vê derbarê de, keça şehîd Çinar Seed Ebdula ku endama encûmena serkirdayetî ya PDKê ye, ji AKnewsê re got, “Ev merasîm ji bo rêzgirtina li kesên şoreşger û rêzgirtine bo mirovatiyê, her wiha bihêzkirina giyana netewiye”

Çinar wezîra berê ya Şehîd û Enfalê bû, her wiha daxuyand ku berhema xwîna şehîdan bûye sedema deskeftên mezin li Kurdistanê û hêvî jî xwest wek ev karesatên han dubare nebin.

Her di vê derbarê de yek ji rêkxerên van merasîman, Berevan Hemdî rêveberê giştî li wezareta Şehîd û Enfalê, ji AKnewsê re got, “Bi bîranîna van şehîdan zarokên wan peyamekê dişînin, belê ez dê li dibistanê bixwînim, ez dê cihê bavê xwe tijî bikim.”

Berevan amaje da ku divê wan kesên bûne qurbanî bêne bîranîn da bibine sembola neviyên pêşerojê.

Tê zanîn di roja yekê ya cejna Qurbanê di 1ê Sibata 2004ê de li Hewlêrê bi egera du peqînên terorîstî yek li Liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û yê din li Malbenda 3 ya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan, bêtirî 250 kes ji serkirdayetî û berpirsên her du partiyan bûne qurbanî.

Back to top button