Li Geverê otomobila polisekî de teqemenî hate girtin!

Li navçeya Colemergê, Geverê di otomobila polisekî de 52 kîlo  teqemenî hate girtin.Li gora daxûyaniya berpirsê asayîşa Colemêrgê dema otomobil ji Geverê derketî di seyterê de kontrol hate kirin û di otomobile de 52 kilo teqemenî hate dîtin. Xwedî û şofêrê otomobîlê hate girtin. Ew polisek bû ku, di asayîşa Stanbulê de kar dikira.

Herweha li gora heman daxûyaniyê, di derbarê polis û maddeyên teqemeniyê de lêkolîn tê kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: