Civak

Li Geverê 3 leşker hatin kuştin.

 

Li Geverê di nava bajêr de sê leşkerên ku cilû bergên medenî li berwan bûn, ji aliyê 3 kesên ku rûyê wan girtî ve hatin kuştin.

Doh evarê demjimêr 16.00ê li kolana Cengîz Topel efserên bi navê Ramazan Gulle,Yunus Yilmaz û Ramazan Kose bi encama êrîşek çekdarî hatin kuştin.

Ev bûyer jî çend bûyerên berê ve tê girêdan. Ji berî du rojan li Karsê di nava çekdarên PKKê û leşkerên Tirk de şerek çebû. Di encam de 3 çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dabûn. Bûyera Geverê jî vê bûyerê ve tê girêdan.

Di derbarê kuştina 3 efsera de, HDP daxuyaniyek belav kir û got: Em ji kuştina 3 efseran gelekî xemgînin. Hêvî dikin bûyerên bi vî cureyî nebin.

Back to top button