Civak
Erdogan:PKK û HDP aşitiyê naxwaze, lê Ocalan
Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan da xuyakirin ku, PKK û HDP aşitiyê naxwaze.
Erdogan dema ji Estonya vegeriya di balefire de li gel beşek rojnevanan axavt û behsa pêvajoyê û aşitiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir.
Erdogan da xuyakirin ku, PKK û HDP aşitiyê naxwazin û ji bo têkbirina pêvajoya aşitiyê her provakasyonê dikin.
Lê Erdogan dibêje Ocalan naxwaze pêvajo têk here û ji PKK û HDPê re dibêje van tiştan nekin û astengan di rêya aşitiyê de pêya nekin.