Cîhan

Li Fransayê êrîşên nîjadperestî zêde bûn

 

Di Rapora Wezareta Karên Hundir a Fransayê de hat diyarkirin ku êrîşên nîjadperestî û li dijî olî li gor sala 2022an zêde bûne.  

SSMSI, servîsa îstatîstîkê ya di nav Wezareta Karên Navxweyî de, raporek li ser kiryarên nîjadperestî, ol û biyanofobî yên ku di sala 2022an de li Fransayê hatine kirin, weşand. Li gor raporê,li Fransayê di sala 2022an de li gor sala 2021ê êrîşên nîjadperest, biyanofobîk û dijî olî ji sedî 5 zêde bûne û bi giştî 12 hezar û 600 sûc hatine tomarkirin ku piranîya wan heqaret, provokasyon û tohmet bûn. 

 Afrîkîyên di navbera 25 û 54 salî de piranîya mexdûrên nîjadperestan pêk tînin. Hat diyarkirin ku kesên êrîş kirine ji kesên mexdûr mezintir in û beşek girîng yên mexdûrên êrîşên nîjadperest jin in. 

Ligel ku êrîşên cudaxwaz û nîjadperest yên li welêt bi piranî li Parîs û derdora wê Seine-Saint-Denis û herêma Bas-Rhin lê ne têne dîtin, bûyerên bi vî rengî li herêmên derveyî welêt kêm in.

 

Back to top button