Cîhan

Li Ewropayê jiyan sekiniye

Li Polanyayê ji ber sermahiyê ji meha Sermawez û vir ve 127 kesan jiyana xwe ji dest dan

Berpirsyarên polêsên Polonî daxuyandin ku ji şeva 24’ê Berfanber û vir ve 8 kesê dî jî jiyana xwe ji dest dan

Hate diyar kirin ku sermahiya hewayê bi şevan dikeve di bin sifirê 30 dereceyê. Li Polonyayê ji ber cemedê pirtir kesên be cih û bê warin.

Swêd  weka welatekê avhewayê sar tê nas kirin. Li Swêde ji sala 1789’an û vir ve sartirîn sala xwe derbas dike. Meteorolog Lîsa Frost bal kişand li ser sermahiyê û got : Li başurê welêt jî sermahiya hewaye ji sifirê zêde nebûye.

Frost da zanîn ku li Stockholmê ji 24’ê Sermawezê û vir ve germahiya hewayê ji sifirê zêde nebûye. Li gor qeydên sermahiya hewayê ya herî hişk di salên 1788 û 1789’an hatiye dîtin.

Ji ber sermahî, berf û qeşegirtina cade û kolanan hatûçona welatê jî gihîşt asta sekinandinê. li Swêde rewîtiya herî serete seferên bi trênê ye lê ji ber qeşa û cemed gelek sefer hate betalkirin.

Back to top button