Polîtîk
Kurdistan petrolê rêdike derve
Wezîrê petrola Iraqê Ebdulkerîm Lueybî da xuyakirin, ku, dê di vê dema nêzîka pêş de petrola herêma Kurdistanê ber bi derve ve bê rêkirin. Ebdulkerîm Lueybî got, ku hemû li hevhatinên petrolê yên herêma Kurdistanê yên bi kompanyayên biyanî jî re, qanûnî û destûrî ne û ew wan dipejirînin.
Ebdulkerîm Lueybî di vê bêjedana xwe de weha jî da nîşandan, ku dê Iraqê êdî bikaribe rojane bêtirî du miliyon û 600.000 birmîlên petrolê bişîne derve.
Li gora nûçeya Reuters Ebdulkerîm Lueybî daye xuyakirin, ku di vê derbarê de ti nexweşî di navbera hukûmeta Iraqê û hukûmeta herêma Kurdistanê de nînin.