Başbug derdikevê himber dadgehê

Dozerê doza ErgenekonêZekeriya Oz xwe amade dike ku êfada serokerkanê berê Ilker Başbug bistîne.

Dozerê doza Ergenekonê çend nivîs rêkirine fermandariya giştî ya leşkerî û hinek pirs kirine , lê heta niha bersiva pirsên dozerê Ergenekonê nehatine dayîn. Li ser vê yekê biryar daye ku ew bi xwe hinek generalên bilind bixwaze dadgehê û êfada wan bigre. Di nav van generalan de serfermandarê hêzên çekdar yê Kevin Başbug jî heye.

Zekeriya Oz bangê Başbug bike da ku êfada wî bigre, dikare bibe sedema eşkerekirina gelek tişten ji aliyê leşkeran ve bi dizî hatîn kirin.

Nerîna min :