Civak

Li Diyarbekir dû kesên din bi Korona canê xwe ji destdan

Li bajarê Diyarbekira Bakûrê Kurdistanê dû welatiyên din piştî tûşbûna şewba Korona canê xwe ji destdan.

Yek ji wan tûşbûyên Korona ku canê xwe ji destdaye, jineke temen 27 saliye. Piştî wê yekê ku encama pişkinîna wê derçûbû li beşa çavdêriya hûr li nexweşxaneya Fêrkariya Gazî Yaşargîl li Diyarbekir hatibû razandin.

Tûşbûyê din jî kesekî temen 83 saliye ku ji ber tûşbûna wê şewbê li beşa çavdêriya hûr li nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleya Diyarbekirê hatibû razandin.

Heta niha li Diyarbekirê 23 kes ji ber tûşbûna şewba Korona canê xwe ji destdane ku yek ji wan karmendê kerta tendirustiyê ye.

Li gor amaran heta niha li tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 1.769 kes bi Koronayê canê xwe ji destdane hejmara tûşbûyên tomarkirî jî ji bo 78.546 bilind bûye û 8.631 tûşbû jî başbûne.

Rojhilatê Kurdistanê
Parêzgeha Sine
906 kes tûşbû û 99 welatî canê xwe ji destdan
Parêzgeha Îlam
418 kes tûşbûn û 44 kes jî canê xwe ji destdan.
Parêzgeha Kirmaşan
526 kes tûşbûn 55 kes jî canê xwe ji destdan
Parêzgeha Urmiyê
1691 kes tûşbûn û 122 kes canê xwe ji destdan

Başûrê Kurdistanê bi giştî
337 kes tûşbûne û 4 kes canê xwe ji destdane û 238 kes baş bûne

Back to top button