CivakRojev

Li dijî Pîrê Zerdeştiyên Kurdistanê doz hat vekirin

Ligora nûçeya Rûdawê, Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber bêrêzîkirina bi serkirdeyê dîrokî yê Kurd Selahedîn Eyûbî, li dijî Pîre Zerdeştiyên Kurdistanê doz hat vekirin.

Di daxuyaniya Wezareta Ewqafê de hatiye gotin, wezîr Piştîwan Sadiq ji ber bêrêzîkirin û gotinên sixêf ên li hember serkirdeyê Kurd Selahedîn Eyûbî, li dijî Pîr Luqman Kerîm, Pîre Zerdeştiyên Kurdistanê doz tomar kiriye.

Piştî tomarkirina dozê ji aliyê Wezîrê Ewqafê ve, Serdozgerê Herêma Kurdistanê dest bi rêkarên qanûnî li hember Pîr Luqman Kerîm kiriye.

Serdozgeriya Herêma Kurdistanê di nivîseke fermî de ku ji lijneya tomarkirina daxwaza mafê giştî li Hewlêrê re şandiye, daxwaz kiriye ku li dijî Pîr Luqman Kerîm doz bê vekirin û rêkarên qanûnî bên destpêkirin.

Di nivîsê de wiha hatiye: “Li gel nivîsa xwe, em wêneyek ji nivîsa Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî / ofîsa wezîr a jimare 62 a roja 19-3-2021 û nivîsa Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê / ofîsa cîbicîkirinê ya jimare 205 a roja 28-3-2021 ji we re dişînin, bi mebesta livandina sikalayê li dijî Pîr Luqman Kerîm, tika ye me ji encamê agahdar bikin.”

Di wan rojên dawî de tomareke vîdyoyî li torên civakî yên Herêma Kurdistanê belav bûye ku têde kesek bi navê Luqman Hacî Kerîm ku xwe weke Pîrê Zerdeştiyan dide naskirin, bêrêziyê li hember serkirdeyê dîrokî yê Kurd Selahedîn Eyûbî dike û dibêje: “Hemû sibehiyan ku em ji xewê radibin, em sê tifan li wêneyê Selahedîn Eyûbî dikin.”

Belavbûna vê vîdyoyê bûye sedema gelek bertekên nerazîbûnê li Herêma Kurdistanê.

Back to top button