Civak
Li Dersimê şer e
Li devera Dersimê di navbera çekdarên PKK-ê û leşkerên tirkan de şer berdewame. Doh piştî nîvro leşkerên li herêma Dersimê operasyon dikiran rastî hinek çekdarên PKK-ê hatin û di nav wan de şer derket.
Li gora agahdariyên medya Tirkî dide doh di şer de du çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan. Herweha îro jî cih bi cih şer berdewam kir û cardin li gora agahdariyên medya tirkî 5 çekdarên PKK-ê îro jiyana xwe ji dest dane.
Tê gotin ku hejî şer li hinek cihan berdewam e.