Civak

Li Colemergê erhej

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di derdora demjimêr 06.09an de bi lerza 4,3an erdhejek pêk hat.

Erdheja ku 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat, bû sedema metiriyek mezin. Hat ragihandin ku erdhej li Colemêrgê û li navçe û navçeyên derdorê jî hatiye hîskirin.

Li gor tesbîtên ewil di erdhejê da tu tesîreke neyînî çênebûye û hat ragihandin ku xebatên qadê yên ekîban li herêmê dewam dikin.

Parêzeê Colemêrgê di derbarê erdhejê de daxûyani da û got: Piştî erdheja bi lerza 4,3 ya ku serê sibê di saet 6.10an da li bajarê me qewimî, heta niha tu rewşeke neyînî rûnedaye.

Hemwelatiyek jî dibêje: “Dema ku min nimêja sibê dikir erdhej pêk hat. Wê gavê min dest bi nimêjê kir. Em ne di rewşekê de bûn ku em derkevin derve. Li derve pir sar e, yan erdhej an jî serma wê me bikuje.


Back to top button