Cîhan

DYA li Sûriye û Iraqê êrîşê bingehên pasdarên Îranî kir

Piştî êrîşa Urdunê li ser bungehê Amerikayê, DYA li Sûriye û Iraqê li dijî hedefên Supaya Pasdarên Îranê yên li Sûriyeyê û Iraqê êrîşeke hewayî pêk anî. Hate zanîn ku di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene. Di êrîşa 28ê Çileyê ya ku ji teref komên ku Îran piştgirîya wan dike bi droneke kamikaze li dijî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li ser sînorê Urdun-Sûriyeyê hatî kirin de 3 leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin û zêdeyî 40 leşker jî birîndar bibûn.

Amerîka bi firokeyan êrîşek li ser endamên Artêşa Pasdarên Îranê û komên ser bi Îranê ve ku li navçeya Meyadîn a parêzgeha Dêrezorê li rojhilatê Sûriyê û Iraqê bicih bûne, pêk anî. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku operasyona esmanî wek bersivdayîna êrişên baregehên li Urdun, Iraq û Sûriyê hatiye kirin.

Rageşiya li herêmê piştî êrîşa bi balefirên bêmirov ên li ser baregeha Amerîkayê ya li Urdunê vê dawiyê zêde bû. Piştî êrîşa ku tê de 3 leşkerên Amerîkî mirin û zêdetirî 40 leşker jî birîndar bûn, rêveberiya Washingtonê soza tolhildanê da û gef li komên ku Îran piştgirîya wan dike li herêmê xwar. Îro ji aliyê Amerîkayê ve êrîşeke asmanî li dijî endamên Supaya Pasdarên  Îranê û grûpên bi piştevaniya Îranê yên li Iraq û Sûriyê hatine bicihkirin, pêk anîn.


Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin zanîn, balafirên şer ên Amerîkayê li dijî Baregeha Mezar Elî ya li nêzî navçeya Meyadîn a Dêrezorê û li dijî hêmanên Artêşa Pasdarên Îranê û noqteyên ku komên Îran piştgiriya wan dike li gundên Hayderiyê û Şiblîyê bi cih bûne, êrîş kirin. Hate hînbûn ku di êrîşa li ser Baregeha Mazar Elî de kuştî û birîndar hene. Herwiha hat ragihandin ku hêzên asmanî yên Amerîkayê êrişî baregehên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê yên li Iraqê jî kirine.

Back to top button