Civak

Li Cizîrê şer: 2 kuştî 12 birîndar

Li Cizîrê bi sedema hevçûna zarokan du malmet li hevketin û şer kirin. Di ancama şer de du kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Cizîrê li taxekî dema zarok bi hevçûn malbata zarokan jî ji bo vê hevçûnê minaqeşe kirin û dawiyê de bi kevir û daran ketin nav hev û şer kirin. Polisa midexela kir şer sekinandin. Encama şer de 14 kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Lê di nexweşxaneyê de Hacî Gezme û Nuredin Gezme jiyana xwe ji dest dan.

Malbata Gezme û Ozdek li ber derê nexweşxaneyê jî li himber hev sekinîn. Hêzên ewlehiyê nehiş ew bigin hev. Li cihê bûyerê jî gelek hêzên ewlehiyê cih bûne, dermankirina 12 birîndara li nexweşxaneyê dewam dike .
Piştî bûyerê 22 kes ji herdu aliyan hatine binçav kirin û darizandina wan berdewam e.

Back to top button