Li çiyayê Şingalê termê du hevwelatiyên bajarê Duhokê hatin dîtin û her du hevwelatî karmendên rêvebiriya çêkirna rê û pira bûn û ji bona ancamdana wezîfeya xwe çûbûn Şingalê.Dêwalî Hemê rêvebirê saziya çêkirina rê û pira li wîlayeta Duhokê ji Basnews re dibêje ku, roja çemiyê 01.10.2016ê du karmendên saziya rê û pira ji bona encamdana karê xwe ber bi Şingalê bi rê ketibûn û piştî hêngê tu şûnwarên nema bê winda bûn. Navborî got ku, piştî derbasbûna 24 demjimêran û lêgeriyana berdewam ji aliyê cihên peywendîdar ve, roja yekşemiyê 02.10.2016ê termê her du kesan li çiyayê Şingalê hatin dîtin û li ser laşê wan diyar bû ku ew hatine kuştin û terorkirin.Kesûkarên hevwelatiyên hatine kuştin (Ebdulmenaf Teha Doskî û Weysî Ebdula Mizûrî) îdiya dikin ku her her du kes ji aliyê çekdarên PKKê ve hatine teror kirin, berpirsên yên PKKê li Şingalê wê yekê red dikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: