Cîhan

Kurdistan birîneke ne alandîye di wîjdanê mirovahîyê de

Serokê Giştî yê PAKê Li Fransayê di ‘’Cejna Gulan’’ de axaft:‘’Kurdistan birîneke ne alandîye di wîjdanê mirovahîyê de’’  Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel endamên Komîteya Fransayê ya PAKê Şêxmûs Dîp, Faysal Taşkiran, Yakûp Karademîr û hinek endamên PAKê yên Fransayê ,roja 01.10.2016an li Cherbourg a bajarê Fransayê beşdarî ‘’Cejna Gulan’’ ya Partîya Sosyalîst a Fransayê bû.Heyeta PAKê , ji alîyê Serokê Şaredarîya Cherbourgê Benoit Arrive , Serokê Herêma Manşê (Sekreterê Yekem yê Federasyona Manşê) yê Partîya Sosyalîst(PS) Arnaud Catherine û rêvebrên PS û berpirsê Cherbourgê yê PAKê Şûayîp Adlig ve hate pêşewazî kirin.Serokê Şaredarîya bajêr û rêveber û endamên PS bi awayekî germ û dostane mehzûbantîya heyeta PAKê kirin.‘’Cejna Gulan’’ ya PS bi gelek panel, semîner û çalakîyên cûr be cûr hate pîroz kirin. PAKê jî standeke danasînê vekir.Yek ji van semîneran jî, ji gotara Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ya li ser rastîya Kurd û Kurdistanê pêkhatibû. Semîner bi beşdarîyeke baldar pêk hatibû.Semînera Mustafa Ozçelîk ji alîyê Patrick Le Roux ê rêveberê PS yê Herêma Manşê ve hate rêvebirin. Patrick Le Roux got eve 20 sal e ku Kurdan ji nêz ve naskirîye. Û bangî hemû endamên PS kir ku ‘’ Bi awayekî aktif divê em piştgirîya gelê Kurd bikin’’. Piştî axaftina destpêkê ya Patrick Le Roux, Şûayîp Adlig di derbarê PAKê û gotara Mustafa Ozçelîk de bi kurtayî agahdarî da. Paşê Mustafa Ozçelîk dest bi gotarê kir.Paşê Mustafa Ozçelîk gotara xwe bi Kurdî pêşkêş kir û ev gotar ji alîyê Prof. Dr. Salih Akin ê mamosteyê Zankoya li Fransayê ve bi zimanê Fransî dihate wergerandin.Mustafa Ozçelîk di gotara xwe de jiber vê dawet kirin û pêşewazîyê spasîya rêveberên PS û Serokê Şaredarîya Cherbourgê kir û axaftina weha berdewam kir:‘’Em careke din bi kêfxweşî dibînin ku êdî dostên miletê Kurd li cîhanê zêde dibin. Miletê Kurd û Kurdistan piştî Peymana Sykes-Picot û Lozanê, eve 100 sale weke welatekî û miletekî çar perçe kirî, tune hatîye hesibandin. Dewletên cîhanê û mirovahiyê mixabin bi dehan jenosîd û qetlîam û wêranîyên ku miletê me tûşî bûnê, nebîhîst, nedît û tûne hesaiband. Jiber vê yekê jî bapîrên me her digotin ‘ji bilî çîyayên Kurdistanê , dostê miletê Kurd tune ye’.Lê di van 20-30 salên vê dawîyê de, êdî ne bes çîyayên Kurdistanê, herweha dostên me yên din jî hene. Madam Mitterand wek ‘dayika Kurdan’’ bibû şirîkê derd û kulên miletê me, bibû alîkareke dilsoz. Îro Dewleta Frensa û gelek dewletên cîhanê li başûr û rojavayê Kurdistanê alîkarîya pêşmergeyên hikûmeta Kurdistanê û şervanên YPGê ya berxwedana wan ya li dijî DAIŞ a hov dikin. Jibo vê piştgirî û alîkarîyê ez spasîya Fransa û hevpeymanîyan dikim. Û hêvî dikim jibo ku ew neheqîya dîrokî ya li gelê Kurdistanê hatîye kirin bê serast kirin , dê ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê, ji bo bidestxistina statuyeke sîyasî li rojava, bakur û rojhilatê Kurdistanê jî piştgirî û alîkarî dê berdewam be’’.Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe de behsa damezrandin, bername û bîr û rayên PAKê jî kir. Malûmat di derbarê rewşa bakurê Kurdistanê da.Û bangî PS kir ku, di Enternasyonala Sosyalîst , di Yekitîya Ewrûpa û di qada navneetewî de piştgirîya mafê netewî û demokratîk yên miletê Kurd yê bakurê Kurdistanê bike.Mustafa Ozçelîk got jibo ku ev şerê ku Dewleta Tirk li himberî gelê Kurdistanê dimeşîne raweste û jibo rêya çareserîya sîyasî vebe, divê hemû dewletên Ewrûpî zextên xwe li ser Dewleta Tirk zêde bikin.Piştî pêşkêş kirina gotara Mustafa Ozçelîk , beşdarên semînerê di derbarê rewşa Kurdistanê û siyaseta PAKê de pirsên xwe ji Mustafa Ozçelîk kirin. Mustafa Ozçelîk jî bersîvên wan dan.Mustafa Ozçelîk dubare spasîya xwe jibo vê organîzasyonê pêşkêş kir û semîner bi dawî hat.Piştî xelasbûna gotara Mustafa Ozçelîk Arnaud Catherine yê Serokê Herêma Manşê pirtûkeke ku di derbarê dîroka Partîya Sosyalîst de dîyarî kir. Paşê jî got ‘’Nuha jî ezê çekeke gelek mezin dîyarîyî cenabê te bikim’’ û pênûsek dîyariyî Mustafa Ozçelîk kir.Mustafa Ozçelîk jî spasîya wî kir û got ‘’Ezê vê çekê her û her biparêzim’’.‘’Cejna Gulan’’, êvarê bi kokteyla ji alîyê PS ve hatibû amade kirin bi dawî hat. Damezranêr û nûnerê PAKê yê bajarê Cherbourgê Şûayîp Adlig û malbata xwe jî xwarînên navdar û xweş yên Kurdî di vê kokteylê de pêşkêşî beşdaran kirin.Beşdarîya heyeta PAKê li ‘’Cejna Gulan’’ ya Partîya Sosyalîst ya Fransayê ji bo pêşde birina peywendîyên herdu partîyan roleke girîng lîst û bû destpêkeke berhemdar.Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk û heyeta PAKê roja 05.10.2016an li Parîsê dê hevdîtineke resmî bi berpirsên peywendîyên navnetewî yê Partîya Sosyalîst a Fransa ya Serokkomar François Holland bikin.02.10.2016Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê————————————————————————————-

Back to top button