Polîtîk
Li Çelê pevçûn derket: 6 leşker û 2 cerdevan mirin
Li gorî nûçeya DÎHAyê (Ajansa Nûçeyan a Dîcle), li navçeya Çelê (Çukurca) a Colemêrgê, di navbera gerîlayên HPGê û hêzên artêşa Tirkiyê de pevçûn derketiye. Di encama pevçûnê de, 6 leşker û 2 cerdevana jiyana xwe ji dest dane û dîsa di heman pevçûnê de, leşkerek û 6 hemwelatî jî birîndar bûne.
Komek gerîşayên HPGê, li hemberî qereqola cendermeyan a Geçimliyê êrîş pêk anîne. Piştî êrîşê, di navbera gerîlayên HPGê û hezên ewlekarî yê dewletê de pevçûn derketiye.
Li gorî hin malperên înternetê, tê îdiakirin ku di pevçûna Çelê de 11 gerîlaya jî jiyana xwe ji dest dane.