Polîtîk

CHP diçe Şemzînanê

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, çû Mersînê, serdana Qampa Ciwanan a Dibistana Partiya CHPê kir.

Rojnamevanan, li ser bûyerên ku li Şemzînanê diqewimin, bûyerên ku nêzika 15 rojên diqewimin û di derbarê herêmê de ji aliyê hikumetê ve ti agahî nayên dayîn, ji Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu  pirsîn. Kiliçdaroglu di vê mijarê de wiha got, “di mijara Şemzînanê de, li wira çi diqewime çi dibe, ji rayagiştî re ti agahiyên ku hatine kirin tine ne. Em jî ji rojnameyan agahdar dibin. Tê îfade kirin ku, ji bo bûyerên li Şemzînanê diqewimin, li ser rojnameyan ambargoyek jî  heye. Îro parlementerên me wê biçine Şemzînanê. Parlementerên me wê biçin bûyeran li şûnê bibînin, lêkolîn bikin. Bi vî awayî, li ser erdnîgariya me, li Şemzînanê ku çi dibe wê were fehmkirin û bi rayagiştî re were parvekirin.”

Kiliçdaroglu Suriye mînak da û wiha dewam kir, “li Suriyê ku çi dibe, em deqe bi deqe, bi weşanên zindî, bi girêdanên têlefonan fêr dibin, mixabin em li welatê xwe ku ji dibe nabe em nikarin fêr bibin. Ev tiştekî xemgînî ye.”

 

Back to top button