Nivîsar

Enqere xwe nêzîkî helwestên Barzanî dike

Rojnamevan Cangiz Candar di nivîsa xwe ya vê carê de binavê (Tirkye aram bûye ve) behsa helwestên hikûmeta Tirkiyeyê li hember herêma Kurdistana Îraqê û herêma Kurdistana Suriyeyê dike û dibêje piştî wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ehmed Davudoglo serdana Hewlêrê kirî û digak serokê Kurdistanê hevdîtin pêkanî, Tirkiye aram bû ve:

Heftiya çûyî hikûmeta Tirkiyeyê bihêrs dipeyîvî û digot ku, ew nahêlin kurd wisa-wisa bikin. Yekser wezîrê xwe yê derve bo bakurê Îraqê bi rê kir û got ku, wan fermanên pêwîst bi Barzanî dan.

Candar dinivîse ku, piştî serdana Davudoglo bo Hewlêrê, Enqere  vê heftiyê hêdî-hêdî aram bû ve:

Dema mirov bi hûrî li daxuyaniya civîna Davudoglo û Barzanî dinêre, diyar dibe ku Enqere ber bi arambûnê ve diçie.

Di wê daxuyaniyê de ji bo Barzanî sîfetê serokê herêma Kurdistana Îraqê, yekem care, hatiye bikaranîn, peyva Kurdistan jî hatiye bikaranîn. Rastî jî her eve divê peyva Kurdistan bikarbînin.

Di daxuyaniya civîna Barzanî û Davudoglo de hatiye duparkirin ku, li Suriyeyê sîstemeke demokratîk û plural bê avakirin, “ev jî wê manayê dide ku îtîraf bi nasnameya netewîya kurd bê kirin.”

 Candar dibêje ku vê heftiyê qerebalixa Enqereyê bidawî hat û wê xwe nêzîkî helwesta Barzanî li hemeber kurdên surî kir.

Back to top button