Li berkirina cilên Kurdî bûye nîşana neteweyî
10 Adarê ku li Herêma Kurdistanê bi roja li berkirina cilên Kurdî hatiye bi navkirin, weku supayên leşkerî li hemû cih, sazî û rêveberiyan, yek cûrê cilan bi tinê bejna xelkê dixemilîne. Wisa hatiye gotin jî ku ”Ev qeyrana aboriya li Herêma Kurdistanê heye, çi karîgeriyeka zêde li daxwaza xelkê li ser kirîna cilên Kurdî nekiriye, belku li dirutingehên cilên Kurdî bi duritinê re nagihin.
Erê gelo niha daxwaza xelkê û bi taybet xort û keç li ser kirîna cilên Kurdî di çi astî daye? Gelo li berkirina cilên Kurdî hesta neteweyî li def xortan xurt dibe? Erê li berkirina cilên Kurdî dibe nîşana Kurdayetiyê ji bo xelkê biyanî? Ji bo bersîvdana van pirsan û hindek pirsên din, me vê dûvçûnê kir.
Azad Bamernî ku eve zêdetirê 24 sale karê dirutina cilên Kurdî yên zilaman dike, wiha dibêje: ”Ji bilî derengmayîna mûçeyan û nehatina bûdçeya Herêmê, daxwaza li ser çêkirina cilên Kurdî yên zilaman zêdebûye û bi taybetî ji aliyê xortan ve û ev daxwaz sal bi sal zêdebûnê daye, eve jî vedigere li ser cejna Newrozê ku cejneka neteweyiye”.
Bamernî wiha berdewam dike û dibêje: ”Dibe ku cejna Newrozê weku cejneka neteweyiye li cem xortên me ji cejnên remezan û qurbanê zêdetir girîngiya xwe heye, eve jî wê yekê nîşan dide ku hesta neteweyî li cem xortên me xurttir lê hatiye”.
Nûrî Selîm weku Pêşmergeyekê kevin: ”10 adara ku bi roja li berkirina cilên Kurdî hatiye naskirin, bi rojeka pîroz dibîne, ji ber ku ev cile kulturê bab û bapîrên me ye û nasnameyeka Kurdî ye”.
Her wiha Selîm gumana xwe ya ji xort û lawên Kurd diyar kir û got: ”Xwezî her dem cilên Kurdî berçav biban, lê mixabin, gencên me yên vê serdemê gelek girîngiyê bi cilên Kurdî nadin, lê eger gencên me bejna xwe bi cilên Kurdî bixemilînin, her kesê wan bibîne û li her kuderê cîhanê bin, xelk dê bibêjin, ewên henê Kurdin, ji ber wê yekê jî wan pêdivî bi çi nasnameyan nabe, dîsa li roja berkirina cilên Kurdî dê kelecanî ji bo gencên me çêdibe û zêdetir hest bi Kurdayetiyê dikin”.