Civak

Li ber kela Hewlêrê maça jin û mêrê Rûsî

Vîdeoyeke maçkirin û himbêzkirina li ber kela Hewlêrê li torên civakî ya Instagramê belavbû ku yekemcare li wî cihî vîdeoyeke bi vî awayî tê tomar kirin. Ew kes hevjînê hevin û xelkê Rûsya ne û ji bo karkirinê nêzîkî saleke li Hewlêrê dijîn.

Aleks Konobîvîşk û Alîna De Amor ew dû hevjînê xelkê Rûsya ne. ji bo karkirinê çend welatek geriyane û nêzîkî saleke li Hewlêrê bi cîh bûne. Her dû jî rahênerên laşrêkiyê ne û niha yek ji holên werzîşî yên Hewlêrê rahêneriy dikin. Ew biçin her cîhekê wêne û vîdeoyên xwe yên balkêş belav dikin.

Aleks di derbarê hatina xwe ya Hewlêrê û vîdeoya maça li ber kela Hewlêrê got: “Em dixwazîn vîdeo û wêneyên xweşik tomar bikîn, ji bo teşwiqkirin û handana xelkê û pêşandana rûyê xweşikê jiyanê”.

Alîna û Aleks yekemcare serdana Hewlêrê dikin û gelek jî negeriyane. Aleks sala derbasbûyî her ku hatiye Hewlêrê hez ji Hewlêr kiriye û biryar daye li vir bimînin. Bi taybetî piştî ku karê ew hez jê dike li vir bi dest ketiye. Ji bo wê yekê piştî şeş mehan Alîna ya hevjîna xwe jî tîne û li heman hola xwe kar dike. Aleks dibêje: “Hewlêr bajareke xweşe û dîrokeke xwe heye, xelkeke xwe yê baş heye”.

Back to top button