Civak

Li Başûrê Kurdistanê 4507 zarokên sêwî hene

Li çarçêweya Projeya Çavdêriya Azîzan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bi hevkarî li gel Heyva Sora Îmaratî heta niha li Başûrê Kurdistanê navê 4507 zarokên sêwî hatine tomar kirin û her şeş meh carekî maaş ji bo wan zarokên sêwî yên li Herêma Kurdistanê tê dabeşkirin.Ew yarmetiya ku zarokên sêwî yên li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê li xwe digre, wiha ye: li Hewlêrê 1520, li Silêmanî 939, li Dihok 1047, li Germiyan jî 1001 zarokên sêwî ji projeya Çavdêriya Azîzan sûdmend dibin ku bi giştî 4507 zarokên azîz sûdmend dibin.Her wiha piştî wê yekê ku projeya Çavdêriya Azîzan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke çalak li ser navnivîsîna azîzên nû kar kir navê 824 azîzên (zarokên sêwî) tomar kiriye.  

Back to top button